KJK: Li dijî qirkirina jinê em ê jina azad û civaka azad biparêzin

Bi boneya 25’ê Mijdarê, Koordînasyona KJK’ê deklarasyoneke da û got:” Divê em li dijî faşîzm, dagirkeri û tundiya li dijî jinên têkoşîna xwe bikin yek û eniya berxwedanê ya jinên cîhanê ava bikin”.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî roja 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê deklarasyoneke da û got:

”Em di serdemeke şerê pergalê yê navlênebûyî de dijîn. Li dijî jinê rewşeke şer heye ku nehatiye ragihandin û nav lê nehatiye kirin. Em di wê serdemê de ne ku tundiya baviksalarî derketiye meydanê û her roj bi sedan jin ji hêla mêr ve têne kuştin. Ji ber vê tenê bi têkoşîneke radîkal a li dijî hişmendiya baviksalar û zayendiya civakî, mirov dikare pêşî li vê tundiyê bigire.

KJK’ê diyar kir ku niha li her aliyên cîhanê jin li dijî desthilatên faşîst ên mêr li ber xwe didin.

”Ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bigire heya tevah cîhanê jin têkoşîna jiyana azad didin. Ji ber vê sedemê zext û zordariyeke bêsînor li ser wan tê kirin, sedema vê yekê jî dijminahiya faşîst bi jinê re ye”.

Koordînasyona KJK’ê dibêje:

”Sedema sereke ya ku me navê ”Li dijî qirkirina jian dema jina azad û parastina civakê ye” li pêngava xwe KJK’ê daniye ew e ku e em tundiya li ser jinê weke meseleyeke civakî dibînin”.

KJK’ê di dawiya deklarasyonê de û bi boneya 25’ê Mijdarê de got:

Di Roja 25’ê Mijdarê de em weke KJK’ê bang li hemû xwişkên xwe yên cîhanê û hevrêyên xwe dikin ku di serî de li dijî faşîzim û tundiya mêr bi her awayî têkoşînê hevpar bikin û eniya berxwedanê ya jinên cîhanê ava bikin.

Back to top button