Tê gotin ku wê ENKS li Efrînê buroyên xwe veke

Derket holê ku serdana Ebdulah Gedo ya li Efrînê ne serdaneke ji rêzê û kesayetî ye. Xuyaye dewleta Tirk ji bo hin lîstikên nû dîsa ENKS’ê bi kar tîne.. Piştî têr wêne kişandin, niha bi rengekî din rewabûnê didin hebûna çeteyên dewleta Tirk li Efrînê. Helbet em behsa ENKSê dikin ku niha dixwaze li Efrînê buroyên xwe yên siyasî li ser navê Kurdan vebikin. Hemwextê gavên yekîtiyê, agahiyên bi vî rengî di nava gelê Kurd de gumanan didin çêkirin.

ENKS careke din ketiye nava hewldanên rewabûna çeteyên dewleta Tirk li Efrînê..

Di vê dema ku xebatên yekîtiya Kurdî li dar in û gel li benda vê gava dîrokî ye, li Efrîna dagirkirî ENKS di nava koma bi navê “Îtîlafa Sûrî” de serdana gorên çeteyên dewleta Tirk a dagirker dike û sersaxiyê ji wan re dixwaze.

Bêyî ku şerm bikin wêneyên xwe jî di nava darên zeytûnan ku rojane bi destê çeteyan têne birîn, şewitandin û firotin, dikişînin û bi par ve dikin.

Xwezî tenê bi kişandina dîmenan ve sînordar bimaya, lê xuya di bin vê yekê de gelek tişt hene.

Dezgehên Ragihandina PDK’ê diyar kir ku Endamê Desteya Siyasî ya ENKS’ê Ebdulah Gedo ji wan re ragihandiye ku ENKS wê li Efrînê buroyên xwe yên siyasî veke.

Qaşo li ser daxwazên Kurdên Efrînê ev biryarê dane.

Lê ma kes napirse gelo çeteyên ku niha Ebdulah Gedo bi wan re wêneyan dikişîne, Kurd li Efrînê hiştine?.

Ma ne ENKS bû ya digot heta Kurdên Efrînê venegerên cih û warên xwe, ew venagerin Efrînê??

Gelo çi hat guhertin ku îro ENKS dixwaze li ser navê Kurdan li Efrînê kar bike?

ENKS pir eşekere bi vê gava xwe, dixwaze dagirkeriya Tirk a li Efrînê rewa bike siyaseta xwe ya qirêj bimeşîne.

Ne tenê ji bo rewşa siyasî, her wiha ji bo rewşa leşkerî jî hate ragihandin ku
Serokê opozîsyona Sûrî Nesir EL Herîrî li Cindirêsê der barê rewşa leşkerî de, bi koma ku ENKS di nav de ye re, civiyaye.

Li gorî agahiyan, ENSK diwaze di milên leşkerî de jî hin gavan bavêje û rewatiyê bide ew 6 ketîbeyên ku Fuad Elîko şandibûn Efrînê.

ENKS tim digot têkiliya wan tenê siyasî û rêveberî ye, ti têkiliyê wan ji aliyê leşkerî ve nînin.

Eger wisa be ev civîna bi El Herîrî re tê çi wateyê?

Back to top button