Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê bi armanca amadekariyên kongreya xwe ya 2. konferansek li dar xist.
Îro Yekîtiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê a şaxê Hesekê konferansa xwe ya 4’emîn li dar xist da ku kar û barên yekîtiyê nîqaş bikin û amadekariya lidarxistina kongreya 2’yemîn bikin.
Bi dehan bijîşk, di konferansê de amade bûn.
Yek ji rêveberên Yekîtiya Bijîşk û Dermanxaneyan Rojhat Laser lidarxistina konferansê pîroz kir û bang li tevahiya bijîşkan kir ku ji bo xizmeta gelê xwe hemû astengiyan derbas bikin.
Di konferansê de îşaret bi projeyên nû hatin kirin.
Konferansa bi hilbijartina hevserokên Yekîtiya Bijîşkan a şaxê Hesekê bi dawî bû.