
Hêzên dewleta Îranê beriya 1’ê Gulanê gelek mamosta û çalakvanên mafên karkeran girtin û sewqî girtîgeha Evîn kirin.
Li gorî Ajansa NûJinha, hêzên ewlehiyê yên dewleta Îranê bi ser mala berdevkê Sendîkaya Mamostayan a Tehranê Mihemed Habîbî de girt û tevî Hebîbî gelek mamosta û çalakvanên mafên karkeran girtin.
Hevjîna Mihemed Habîbî Xadihej Pak Zamîr jî yek ji girtiyan e.
Mihemed Habîbî çalakvanek sereke ya Tevgera Mamostayên Îranê ye û di nava meha borî de çend caran hat binçavkirin.
Li aliyê din hat ragihandin ku di dema binçavkirinê de yek ji mamostayên jin krîza dil derbas kiriye û rakirine nexweşxaneyê.
Girtiyên din jî birine girtîgeha Evînê.