Yek ji fermandara YJŞ’ê Axîn Întiqam: Sala 2023 ji bo me sala têkoşînê bû

Yek ji fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê-YJŞ’ê Axîn Întiqam buyer û geşedanên ku di sala 2023’yan de qewimîn nirxand.
Axîn Întiqam di nirxandinê xwe de got:
“Di vê salê de ji bona me ya esas têkoşîna Rêber Apo bû.
Ev têkoşîn ji bo me bu xetek û nehişt ku em bi tu aweyî riya xwe biguherînin.”

Yek ji fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê-YJŞ’ê Axîn Întiqam buyer û geşedanên ku di sala 2023’yan de qewimîn nirxand.

Fermandar Axîn destpêkê hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr anî û wiha got:

“Bê guman sala 2023’yan salekî ji bo me pir dijwar ya têkoşînê bû.

Bi taybetî li ser nasnameya me, li ser hebûna me êrişên pir mezin yên dagirkeriyê hebûn.

Li hemberî vê têkoşîna hebûna xwe parastin bi dijwarî hat dayîn.

Divê salê de ji bona me ya esas têkoşîn, sekin û berxwedana Rêber Apo ye.

Ev berxwedanî ji bo me bu xetek û nehişt ku em bi tu aweyî riya xwe biguherînin.”

Axîn Întiqam: Rêber Apo çavkaniya hêza me ye

Axîn Întiqam li ser tecrîda girankirî ya li ser ser Rêber Apo jî axivî:

“Dagirkiriya Tirk tecirîdekî mutlaq ya girangirî li ser Rêber Apo didin meşandin.

Yê ku asta têkoşîna me di sala 2023’yan de daye diyarkirin têkoşîna Rêber Apo bû.

Li ser vî esasî wekî Şengal tevlîbuna pêngavê di bin navê ”Rêber APO re azadî, ji Şengal re xweserî” çêbu.

Pêngav berdewam dike û divê hîn xurtir û bilindtir xebat were meşandin

Ji ber Rêber Apo ji bo me çavkaniya hêzê yê.”

Axîn Întiqam: Li hemberî êrîşan têkoşînek mezin hat dayîn

Axîn Întiqam balkêşand ser êriş û lîstokên li ser civaka Êzdî hatine kirin û wiha qala rola PDK’ê di van lîstokan de kir:

“Qirkirinekî bir wehşet li ser Êzidiyan heye û pir kesên ku xwe di bin vê de vedişêrin hene.

Dewleta Tirk her roj êrişî Şengalê dike însanên me yên sivîl dike hedef.

Lê weke YJŞ’ê û YBŞ’ê me li hemberî van êrişan û qirkirinê rojane, têkoşînek mezin meşand. ”

Axîn Întiqam: Soza me ew e ku di sala nû de tolhildanê mezin bikin

Fermandara YJŞ’ê Axîn Întiqam sala 2024’an ji tevahî gelên bindest re azadî xwest û wiha got:

“Di sala nû de, em karibin vê têkoşînê bilind bikin û em xwe bigihînin çaraseriyekî rast.

Soza me ewe ku di sala nû de tolhidanê mezin bikin.”

Back to top button