Çekdarên Wagner li baragehên Fransa jê vekişiyane bicih dibe

Koma Wagner ya Rûsya li Afrîka belav dibe.
Piştî vekişîna hêzên Fransa, Wagner li Malî bicih dibe.
Rêveberiya Malî jî ragihand ku ‘Wagner’ li baregeha Menaka ya ku ji aliyê Frensa ve hatî valakirin, bi cih bû.

Çekdarên girêdayî koma Wagner a Rûsya duh gihiştin Baregeha Menaka ya li bakurê rojhilatê Malî.

Ajansa AFP’ê ev agahî spartin çavkaniyên xwe.

Artêşa Malî ev baregeh rojek berê ji Fransiyan girtibû.

Du çavkaniyên Fransî yên ku li ser mijarê xwedî agahî ne, diyar kirin ku doh bi dehan çekdarên Rûsya gihiştine Menaka.

Çavkaniyek herêmî ji ajansê re got, wî bi dehan Rûs li baregeha leşkerî dîtin e.

Hêzên Fransa di meha Nîsanê de barageha Gossi jî radestî artêşa Malî kiribû.

Fransa: Wagner li pey tewambarkirina me ye

Serfermandariya Giştî ya Fransî dîmenên ku bi balafireke bêmirov (UAV) li nêzî baregehê di êvara radestkirina baregehê bû artêşa Malî parve kir.

Di dimen de çekdarên koma Wagner cenazeyan li herêmeke nêzî baragehê vedişêrin.

Fransa ji dibêje ev yek ji bo tewambarkirina wan pêk hatiye.

Serfermandariya Giştî ya Fransî di daxuyaniyekê de got;

Piştî êrişên sîstematîk yên ji bo kêmkirina rûmeta Oparasyona Barxanê, barageha Menaka bi rengekî rêkûpêk, ewle û zelal hatiye valekirin.

Artêşa Fransa piştî 9 salan ji Malî derdikeve

Têkiliyên di navbera Konseya Leşkerî ya desthilatdar li Bamako û Parîsê (hêza kolonyal a berê) di mehên dawî de bi tundî xirab bûne.

Ev yek piştî ku hêzên paramîlîter ên girêdayî koma Wagner a Rûsî ketin Malî gihişt asta herî jor.

Fransî 9 salin bê navber li Malî şerê komên cîhadîst dikir.

Ev her du welat niha gihan asta ku têkiliyên xwe qut bikin.

Baregeha Menaka, 2018’an li herêma ku wekî sêgoşeya sînorî ya di navbera Malî, Nîjer û Burkîna Faso de tê zanîn, dest bi kar kir.

Ev dever, cihê Hêzên Taybet ên Fransî û hêza karûbarê leşkerî ya Ewropî ,Takuba ye.

Serfermandariya Giştî ya Fransî di daxuyaniyekê de got:

“Ti planek tune ku Takûba derbasî Nîjer bibe.”

Back to top button