Bi armanca geşkirina çand û hunera kurdî çalakiya Hefteya Çandî li bajarê dêrikê hat destpêkirin.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Cizîrê û hevkariya navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hate destpêkirin.
Tê de çalakiyên hunerî, çandî û xwarinên gelerî, pêşangehên alavên kevnar, çil û bergên kurdî û neqiş hatin pêşanadan.
Lîstokên kevneşopên kurdan weke lîstoka bûk û zave di hundirê bajêr de hatin lîstin.
Endama Komîteya Amadarkar Sema Kobanê anî ziman “Her tim dijmin hewl dide nasname û çanda kurdan biçewisîne, ji ber vê yekê me xwest bi hemû enerjiya xwe li herêmê çand, huner û kelepura gelerî pêşkêş bikin.”
Çalakiya Hefteya Çandî wê heta 10`ê Tîrmehê berdewam be.