MSD: Ebdulhekîm Beşar bi idaiyên xwe îsbat dike ku hevkariya komkujiyan dike

Meclîsa Sûriya Demokratîk-MSD’ê îdiayên Ebdulhekîm Beşar ên ku dibêje tu sûc li Efrîna dagirkirî pêk nehatine, şermezar kir.
MSD’ê diyar kir ku mîna van îdiayan îsbat dike ku destê wî jî di pêkanîna komkujiyan û siyaseta koçberkirinê li Efrînê de heye.

Cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê û endamê rêveber ê ENKS’ê Ebdulhekîm Beşar îdia kir ku li Efrînê tu sûc pêk nehatine û ew weke herêmeke aram dabû nasîn.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ev îdiayên Ebdulhekîm Beşar bi daxuyaniyekê şermezar kir.

MSD’ê diyar kir ku ev daxuyanî ji welatparêziyê û rêgezên dan û standina bi dozên mirovî dûr in û berovajî bûyeran e ku li ser erdê rû didin.

MSD’ê da zanîn ku sûcên li Efrînê ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan û Efûyê ya Navneteweyî û gelek rêxistinên herêmî û erebî hatine belgekirin.

Her wiha bang li aliyên têkildarî mafên mirovan kir ku rastiya sûc û binpêkirinên li Efrîna dagirkirî bişopînin.

MSD’ê îdiayên nerast ên Ebdulhekîm Beşar li dijî QSD’ê jî red kir û wiha li daxuyaniya xwe zêde kir.

“Ev îdia îsbat dike ku destê wî di komkujî, siyasetên koçberkirin, guhertina demografiyê û desteserkirina milkên gelê me li Efrînê de heye.

MSD’ê anî ziman ku ENKS berpirsê vê yekê ye heta ku helwesta xwe ya li hemberî nûnerên Îtîlafê nîşan nede.

MSD’ê di dawiyê de bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyê kir ku bi berpirsyarî nêzî mîna van daxuyaniyên ne nîştimanî bibin û rastiya heyî li Efrînê eşkere bike.

Back to top button