CÎK’ê bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiya Roboskiyê bi bîr anî

Civaka Îslamî ya Kurdistanê-CÎK’ê bi daxuyaniyekê qurbaniyên Komkujiya Roboskî bi bîr anî û nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

CÎK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qirkirina ziman, çand, dîrok, ol, mezheb û talankirina xwezaya Kurdistanê bê navber berdewam e û got: “28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a bajarê Şirnexê balafirên şer ên tirkiyê komekî zarokên Kurd bombebaran kir û di encam de 34 kes hatin kuştin.

Ev sed sal in komara Turanîzm û Kemalîzmê ser gelê me, hemû cureyên polîtîkayên qirkirin û tunekirinê didomîne.

Bav û kalên me kuştin, mezelê wan jî ne diyar in.

Her roj zarokên vî gelî bi awayekî hovane tên kuştin.

Li Rojava jî ji bo çar milyon mirovên me qir bike, avê, nan, sotemeniyê, nexweşxaneyan û stasyonê elektrîkê bombebaran dike.

Ev jî têrê nake mirovên bêguneh dikuje.

Tenê rêyek ji bo me Kurdan heye, ew jî berxwedan e.

Heta Kurd û Kurdistan azad nebe, dê ev qirkirin bi şiklên cuda berdewam be.”

KCK: Ji bo hesabê Roboskî bê pirsîn divê têkoşîn bê mezinkirin

Back to top button