EFRÎN.. PIŞTÎ SAELKÊ JI REVANDINA WÎ ASLAN SÎNO JIYANA XWE JI DEST DA

Kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dike.

Di bin êşkenceyê de sivîlan dikuje, dest datîne ser berhemê mewsiman û daran jî qut dike.

Vê carê jî şêniyekî gundê B’edîna yê Mabatayê ji ber êşkenceya hov jiyana xwe ji dest da.

Li Şera jî, bi sedan darên zeytûnê qut dike.

Kuştina sivîlan ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê didome.

Herî dawî, şêniyê bi navê Aslan Bêrem Sîno yê ji gundê Be’dîna yê Mabatayê hate kuştin.

Aslan Tîrmeha 2018 ji aliyê çeteyên bi navê “Ehfad Er-Resûl” ve hatibû revandin.

Çeteyan ji malbata Sîno 5000 dolar fidye xwestibûn, lê hema malbatê nekarî wan pereyan peyda bike û bidin çeteyan.

Piştî wê, çeteyên “Ehfad Er-Resûl” Sîno radestî çeteyên “El-Mu’tesêm Billeh” dikin.

Ji ber lêdan û êşkenceya hov, Aslan Bêrem Sîno jiyana xwe ji dest dide.

LI BILBILÊ ÇETEYAN DEST DANÎN SER MEWSIMA SIMAQÊ

Ji bilî kuştinê, rêze-binpêkirinên çeteyan li Efrînê dewam dike.

Bi hatina her mewsimekê re, çete dest datînin ser an jî bacê li ser ferz dikin.

Di van rojan de, li Efrînê mewsima simaqê ye, lewre çeteyên dagirkeriyê dîsa bi ser zeviyan de diçin.

Li Bilbilê, çeteyên Sultan Murad dest danîn ser mewsima simaqê ya gundên Qaşa û Qurta.

Li Şiyê jî, çeteyên El-Emşat binpêkirinên bê navber dewam dikin.

Herî dawî, ji meclîsa ku bi destê dagirkeriya Tirk hatiye avakirin, xwest ku bêyî wan tu biryaran nestîne.

Ji bo kirina her karekî, divê şênî beriya her tiştî, rêdana ewlehî û leşkerî ji çeteyan bigire.

LI KEFER CENÊ YA ŞERA ÇETEYAN 2000 DARÊN ZEYTÛNÊ QUT KIRIN

Li Şera jî li gundê Kefer Cenê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bêtirî 2000 darên zeytûnê qut kirin.

Tê zanîn temenê wan daran herî kêm 60 sal e.

Leave a Reply

Back to top button