ESED EL-IBADÎ: JI BO DARIZANDINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DIVÊ TÊKILIYÊN NAVDEWLETÎ BÊN ZÊDEKIRIN

Darizandina çeteyên DAIŞ’ê ku li ser xaka bakur û rojhilatê sûrî û metirsiya wan her di rojevê de ye.

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Esed El-Ibadî doza derizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî bi pirsgirêka herî mezin bi nav kir û got: “Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê divê têkilî bi civaka navdewletî re zêde bibin. Da ku barên madî û ewlehiyê ku ji wan re heta niha têne peydakirin sivik bibin.”

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî û sekreterê giştî yê berê yê Partiya Guhertina Demokratîk a Iraqê Esed El-Ibadî têkildarî darizandina çeteyên DAIŞ’ê axivî.

Esed El-Ibadî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo Rêveberiya Xweser pirsgirêkek mezine û bûne bar.

El-Ibadî ji bo çareserkirina pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê diyar kir ku berpirsyariya mezin dikeve ser milê civaka navdewletî û Rêxistina NY’î û wiha got:

Divê Komseriya Bilind a Karûbarên Penaberan jî amade be.

Da ku malbatên DAIŞ’ê vegerînin û bi awayekî qanûnî bi rêya dadgehên taybet bi sponseriya navneteweyî werin darizandin.

An jî çeteyên di şerê aliyê din de hatine bi karanîn radestî welatên wan bikin.”

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî destnîşan kir ku ji bo darizandin DAIŞ’ê divê Rêveberiya Xweser têkiliyên xwe bi civaka navdewletî û kesên têkildarî çeyetan re zêde bike.

Esed El-Ibadî balkişand li ser serdanên şandeyên dîplomasî ji bakûrê sûrî re û wiha bi dawî kir:

Piraniya daxuyaniyên Şandeyên dîplomasî di çarçoveya pêwîstiya darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de man, bêyî ku destekekê nîşan bidin.

Leave a Reply

Back to top button