Li dehan bajarên Bakurê Kurdistanê karker li dijî kedxwariyê li qadan bûn

1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî li Bakurê Kurdistanê bi atmosfera hêrsa li dijî rejîma faşîst hate pêşwazîkirin.Li dehan bajaran karker û kedkar li qadan bûn. Li bajarê Tirkiye Stenbolê, careke din polîsan êrişî karkeran kir û nêzî 170 kes binçav kirin.

Îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi rêya çalakiyên cuda 1’ê Gulanê hate pêşwazîkirin.

Ji Qersê heya bi Edîrneyê li dehan bajar û navçeyan bi sedhezar kedkar û karker li dijî şer û pergala kedxwariyê herikîn qadan.

Li bajarê Wanê bi hezaran karker, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî li derdora Nexweşxaneya Hayatê kom bûn û ber bi Parka Mûsa ve meşiyan.

Piştî ku meş veguherî mêtingê parlamenterê HDP’a Wanê Sezaî Temellî axivî û got: “Li Tirkiyê û Rojhilata Navîn rêya avakirina demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe.

Em ê tecrîdê bişkînin û azadiya fizîkî a birêz Ocalan pêk bînin.”

Bi hezaran kedkar û karker li Dîlokê jî li qadan bûn.

Li Colemêrgê bi heman boneyê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa DÎSK’ê yê Colemêrgê Haluk Duran axivî û wiha got: “Bi zext, tundî, sansûr û hêzên dewletê ve hewl didin qîrîna gel bitepisînin.

Ev fermana qirêj ne fermana me ye.

Ev fermana îstîsmarê tiştek nîne ku bide me.”

Li Amedê jî bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” li Qada Îstasyonê mitînga 1’ê Gulanê pêkhat.

Kedkaran li qadê diyar kirin ku ji bo jiyaneke bi rûmet li qadan in û wiha gotin: “Em li dijî şer û neheqiyê li qadan in” û “Keda me rûmeta me ye”

Li Enqere û Stenbolê karkeran daxwaza famê xwe ji rejîmê kirin

Li bajarên Tirkiye jî Karker û kedkar li qadan bûn.

Li Qada Tandogan a paytexta Tirkiye Enqerê karkeran li dijî kedxwariyê li qadan bûn.

Ev der jî bajarê Stenbolê ye.

Li vir 1’ê Gulanê bi rengekî cudatir tê pêşwazîkirin.

Careke din li qada Taksîmê polîsan êrişî karkeran kirin.

Li gorî agahiyên despêkê nêzî 170 karker hatine binçavkirin.

Karkeran jî di daxwaza mafê xwe de israr kirin.

Li Şernexê jî meş hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi can û xwîna bi mîlyonan kedkaran hewl tê dayîn ku çerxên kedxwarî bê zivirandin.”

Em welatekî ku ked, wekhevî, azadî, demokrasî û aştî lê hebe dixwazin.”

Back to top button