“Başûrê Kurdistanê di nava metirsiya dagirkirinê de ye”

Li dijî êrişên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê, bi dehan partî û rêxistinên civaka sivîl yên Kurdistanî li navenda KNK’ê ya Brûkselê civiyan. Hemû beşdarvan li ser armanca dewleta Tirk a li hemû Kurdan e hemfikir bûn. Beşdaran diyar kirin ku niha metirsiya herî mezin li ser Başûrê Kurdistanê ye.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi partî û rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanî ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi armanca ‘helwestek hevpar’ nîşan bide hate ba hev.

25 nûnerên çar beşên Kurdistan û Kurdên Ewropayê tevlî civînê bûn.

Bi gotineke din, ji derveyî PDK, paratî û rêxistinên kurd yên ji her çar beşên Kurdistan û derveyî welat amade bûn.

Hevserokê Konseya Rêveber a KNK’ê Ahmet Karamûs despêkê axivî û got: Dewleta Tirk a şerê Ûkranya ji bo xwe kirî fersend, çar beşên kurdistanê kiriye armanc.

Ji ber vê yekê divê helwesteke netewî ya hevpar bê nîşandan.

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ne tenê armanckirina partiyekê ye û got, armanc dagirkirina hemû Kurdistanê ye.

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal jî anî ziman ku pêwiste di vê demê de hemû destkeftiyên di destê hêzên Kurdan de ji bo azadiya Kurdistanê bê seferberkirin. Ji bo vê jî divê Kurd bibin yek.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya Tevgera Goran Foad Selam diyar kir ku divê gelê Kurd bi dewletên cîran û hêzên navneteweyî re xebatên lobî yên xwe bi hêz bike.

Nûnerê PJAK’ê Cawanmahîr Mehrabî daxuyakirin ku dîtina êrîşên dewleta Tirk a tenê li ser PKK’ê ye, xapandineke mezin e. Sûcdarkirina PKK’ê ne wijdanî ye. Kî êrîş dike, kî hevkar e, divê ev baş bê tesbîtkirin. Divê ji derveyî destkeftiyên partiyê, helwesteke netewî bê raberkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê û Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar an ziman ku di nava rewşa heyî de metirsiya herî mezin li ser Başûrê Kurdistanê ye.

 

Back to top button