DI ROJA XWE YA 10’AN DE BI DAYÎNA XELATAN BI DAWÎ BÛ

4’emîn Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol ku 10 rojan dewam kir bi dayîna xelatan bi dawî bû.

4’emîn Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol bi dirûşmeya “Dengvedana Efrînê” 27’ê Adarê ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve dest pê kir.

10 komên şanoyê yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava 10 rojan de şanoyên xwe li ser dika navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo pêşkêş kirin.

Îro jî merasîmê dayîna xelatan hate lidarxistin.

Komîteya Amadekar a Şanoyê xelatên mîhrîcanê belav kirin.

Kom û kesên di mîhrîcanê de hêjayî xelatê hatî dîtin ev in:

Koma şanoyê ya herî baş: Koma Efrîn.

Rola sereke ya herî baş: lîstikvan Şêrewan Mele û Hesen Remo.

Lîstikvana herî baş di mehrîcanê de: Bera Hesen.

Sînografîka herî baş: Koma Serdem ji bo şanoya “Tu ne Kara yî”.

Derhêneriya herî baş: Şanoya “Jina bi tenê”.

Teksta herî baş: Şanoya “Tu ne Kara yî” ya Koma Serdem a Erka Xweparastinê.

 

Leave a Reply

Back to top button