DJV: Kesên ku Erdogan rexne dikin neçin Tirkiyê

Yekîtiya Rojnamegerên Almanyayê (DJV) piştî ku Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut li Tirkiyeyê hat binçavkirin hişyarî da rojnamegerên wî welatî ku neçin Tirkiyê.

Yekîtiya Rojnamevanên Alman bi daxuyaniyekê bang li kedkarên medyayê kir ku ji Tirkiyeyê vegirin û nerazîbûn nîşanî girtina Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût da.

Serokê Neteweyî yê Yekîtiya Rojnamevanên Alman (DJB) Frank Uberall ragihand ku li Tirkiyê metisrî li ser rojnamegeran ku Erdoxan rexne dikin heye û divê ku ew kes ji bo kar û geştê neçin Tirkiyê .

Frank Uberall bang li hevpîşeyên xwe yên rojnameger kir û got:

“Rojnamegerên ku heta niha Erdogan û partiya deshilatê rexne kiribin,ji ber ku metirsî gelekî zêde ye bila neçin Tirkiyeyê.

Bi taybetî desteserkirina Kurdan, Elewî û muxalefetê çêdibin û ketina wan a wî welatî tê qedexekirin û tên vegerandin.”

Li Îzmîr û Enqereyê 3 rojnamevan hatin binçavkirin

Back to top button