Li Tehranê balafireke Ukranî ku 176 kesan jiyana xwe ji dest da

Vê sibehê balafireke Ukranî li paytexta Îranê Tehranê ket xwarê û herî kêm 176 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Balafir di navbera navçeyên Bren û Şehryar ên rojavayî Tehranê de kete xwarê û ji dema rêketinê seatekî dereng mabû.

Rêveberê têkiliyên giştî yê balafirgeha Îmam EL Xemînî, Elî Kaşanî ji ajansa nûçeyan Faris re ragihand ku, “balafira cûreya Bûîng 737 dema ji balafirgeha Îmam El- Xemînî ber bi paytexta Ukrayna, Kîev ve diçû, ketiye xwarê”.

Li gorî televeziyona Îranê û Wezareta derve ya Ukraynayê hat tekezkirin ku tîmên balafirê tevî hemû rêwiyên tê de jiyana xwe ji dest daye û piraniya wan Îranî ne.

Balyozxaneya Ukrayna ya li Tehranê ragihandin ku “sedema ketina balafirê jî pirsgirêkên teknîkî ne”.

Li gorî çavkaniyên Îranî balafir berî ketinê, ne têkilî bi odeya çavdêriyê re girê daye û ne jî rewşa awarte ragihandiye.

Serokê Ukrayna jî banga eşkerekirina sedemên ketina balafirê kir.

Li gorî ajansa Reutersê hikûmeta Îranê qebûl nake ku herdu sindoqên reş yên balafirê radestî şirketa Bûîngê bike.

Leave a Reply

Back to top button