Buhayê petrolê firiya û bandorek li abora Cîhanê kir

Piştî armanckirina baregehên Emerîkî li Iraq û Hewlêrê, buhayê petrolê firiya û bursaya gelek welatan daket.

Piştî van êrîşan, buhayê bermîla petrolê ji sedî 4.5 bilind bû.

Bi vî awayî, serê bermîla petrola xav li Texasê gihaşt 65.54 dolarî.

Bazara pişkan, ango bursaya Tokoyo ya sereke jî, bêhtirî 2,4 ji sedî daket û zirar gihaşt piraniya şirketên Japonyayê.

Li Rojhilata Navîn jî, pişkên Dubay û Ebû Zebiyê jî herî kêm ji sedî yek daket.

Her wekî pişkên bazarên Kendavê yên din jî ji ber van êrîşan daketin.

Lê belê, sekreterê giştî yê rêxistina welatên petrolê dertînin (OPEC) ragihand ku dezgehên Iraqê ewle ne û berhemdayîna wan berdewam e.

Berî niha, pisporên aborî ji encama şerê navbera Îran û Emerîkayê hişyar kiribû.

Leave a Reply

Back to top button