Ji ber êrîşa Tirkiyê li ser nexweşxana Gurçikan nexweşekî jiyana xwe ji dest da

Dagirkeriya Tirkiyê nexweşxaneya gurçikan a Qamişlo kir armanc û di encama de nexweşxane ji xizmetê derket.
Welatiyek ku ji ber derfeta şuştina gurçikê wî nema jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk a dagirker şeva 25’ê Kanûnê nexweşxaneya şûştina gurçikan ku di sala 2021’an de li qamişlo vebibû kir armanc.

Di encama vê êrişê de nexweşxane ji xizmetê derket.

Nexweşxane mehane 700 celse şuştina kurçikan çêdikir.

70 nexweş di vê nexweşxanêyê de dihatin dermen kirin.

Yek ji van nexweşan Ehmed Ebdurehman Xidirê ji Amûdê bû.

Ehemd Ebdurehman heftê 3 rojan vê nexweşxaneyê gurçikê xwe dişûşt

Ji ber nexweşxane ji xizmetê derket Ehmed Ebdurehman doh êvarê jiyana xwe ji dest da.

Back to top button