Partiya Çep a Kurd bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî li Hesekê panelek li darxist

Li herêmê jî Roja Rojnamegeriya Kurd bi çalakiyan hat pîrozkirin. Bi boneya rojê Partiya Çep a Kurd li Hesekê panelek lidarxist. Her wiha li Qamişloyê jî rojnamevan hatin xelatikirin.

Li herêmê jî Roja Rojnamegeriya Kurd bi çalakiyan hat pîrozkirin.

Bi boneya rojê Partiya Çep ya Kurd li Hesekê panelek lidarxist.

Panel li taxa Til Hecer a bajêr bi amadebûna partiyên siyasî, wêjevan û helbestvanan hate lidarxistin,

Di panelê de Sekretêrê Partiyê Mihemed Mûsa axivî got:

“Bi hezaran keç û xortên me herêm ji teror û dagirkeran parastin, lê heya niha bi dehan ji komên çete yên bi serkêşiya dewleta Tirk netewa Kurd dikin armanc.

Mihemed Mûsa diyar kir ku ji bo parastina maf û destkeftiyên Kurdan û doz Kurdan were naskirin divê ew piştgiriya hev bikin û li ser maseya diyalogê bicivin.

Ezîz Ehmed jî balkişand ser rewşa rojnamegeriya Kurdî û wiha got:

“Rojnamegeriya Kurdî bi rewşa gelê Kurd, hestê neteweyî û derketina tevgera rizgariya nîştimanî ve girêdayî ye.”

Li Qamişlo 5 rojnamevan hatin xelatkirin

Her wiha li bajarê Qamişloyê jî bi heman boneya şahî hate li darxistin û 5 rojnamevan jî hatin xelatkirin

Rojnamevanên ku hatin xelatkirin jî ev in:

Di şahiyê de endamê Tora Rojnamevanên Kurdên Sûrî Ebd-Elselam Xelîl axivî û diyar kir ku ji bo gihandina dengê aloziya Sûriyê gelek rojnameger şehîd bûn.

Back to top button