KCK bang li Bexdayê kir: Diyalogê li gel civaka Êzidî saz bikin, ji êriş û tûndiyê dûr bikevin

Komîteya Pêwendiyên Derve a KCK’ê têkildarî aloziya li Şengalê rû dayî, bang li hukûmeta Bexdayê kir: Eger pirsgirêk hebin, ji bo çareseriyê diyalogê li gel civaka Êzdî pêş bixin. Ji şer û tûndiyê dûr bikevin. Komîtê diyar kir ku tevgera azadiyê ji bo çareseriyê amadeye piştgiriyê bide.

Komîteya Pêwendiyên Derve a KCK’ê têkildarî aloziya li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîtê bi bîr xist ku hemwextê tevgera dagirkeriyê ya 17’ê Nîsanê, êrişên li dijî Şengalê jî zêde bûn û got;

Ev çend roj in tê dîtin ku di navbera artêşa Iraqê û gelê Êzdî de alozî heye.

Dema êrişên DAIŞ’ê dest pê kir, tevgera azadiyê pêşî li fermana 74’an girt.

Di encama destwerdana gerîlla de civaka Êzdî ji qirkirinê hare parastin.

Piştre hêzên parastina Êzdiyan bi piştgirî û alîkariya dewleta Iraqê li herêma Şengalê heta asteke girîng êrişên DAIŞ’ê têk birin.

Civaka me yê Êzdî di vê pêvajoyê de li Şengalê rêveberiya xwe ava kir.

Ji rewşa dawî tê fêmkirin ku ji êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî Başurê Kurdistan û Iraqê, planek li dijî civaka Êzdî jî ketiye dewrê.

Li hemberî vê pêwîste rêveberiya Iraq bi berpirsyarî tevbigere.

Di wextekî de ku gelê me li benda pêşxistina pêvajoya diyalogê bû, ne raste ku li dijî gelê me ê Êzdî çek û tûndî were bikaranîn.

Lewma ev yek li şûna çareseriyê, wê aloziyan zêdetir bike.

Bi wesayitên leşkerî çûna li ser gelê Êzdî û zarokên wan, wê rê li ber şer veke.

Li hemberî vê, pêwîste gelê Êzdî û dewleta Iraqê rê nedin encameke wiha.

Komîteya Pêwendiyên Derve a KCK’ê diyar kir ku ji bi çareserî û aramiyê, Tevgera Azadiyê amade ye her cûre alîkarî û piştgiriyê bide aliyan.

Back to top button