Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Nalîn Dirêî re xwestin

Şêniyên navçeya Terbespiyê sersaxî ji malbata endama Yekîneyên Parastina Jin- Şengal şehîd Nalîn Dirêî re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Şehîd Nalîn Dirêî bi nasnav Feraşîn Metîna di 19’ê Nîsanê de li herêma Şilo ya girêdayî Xanasora Şengalê şehîd bûbû.

Şêniyên navçeya Terbespiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û endamên PYD berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Nalîn Dirêî û sersaxî dan malbata şehîd.

Di merasîmê de kesên ku axivîn û diyar kirin armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK, qirkirina Kurdan e ji bo wê divê gel li dijî êrişan yekitiya xwe ava bikin.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button