HPG: Li Zap û Avaşînê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li herêmên Zap û Metînayê bersivên tûnd dan hêzên artêşa Tirk. Li gorî HPG’ê, di çalakiyan de 15 leşker hatin kuştin û derb li 2 helîkopterên Skorsky hatin xistin.. HPG’ê wekî din ragihand ku artêşa Tirk şevê din bi desteka hêzên PDK’ê êrişên dijwar li dijî devera Kurêjahro ya herêma Zapê pêk anîn. Di vê êrişê de helîkopterên Amerîkî CH-47 Chinook jî hatin bikaranîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe a rojane de encama şer û berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir.

Li gorî vê:

19’ê Nîsanê, li qada berxwedanê ya Werxelê, yekîneyên artêşa Tirk dema dixwestin li herêmê bicih bibin, bûn armanca çalakiya sekvaniyê.

Di encamê de leşkerek hat kuştin.

Roja 21’ê Nîsanê, li heman qadê, 3 çalakiyên sabotajê pêk hatin û di encamê de 4 dagirker hatin kuştin.

Li herêma Zapê jî,

21’ê Nîsanê hêzên dagirker xwestin ber bi qada berxwedanê ya Kurêjahro ve pêşde werin.

Di encama destwerdana gerîlla, dagirker neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Heman rojê li devera Girê Şehîd Şemdîn, gerîllayên jin çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin kuştin.

Dîsa 21’ê Nîsanê, artêşa dagirker hewl da leşkerên xwe li devera Şikefta Birîndaran deyne.

Gerîlla bi bandor bersiv dan û derb li helîkoptereke Skorsky dan.

Ji ber vê yekê artêşa dagirker negihişt armancê xwe û ji herêmê dûr ket.

Li Girên Cûdî û Şehîd Kendal jî dema artêşa Tirk xwest leşkerên xwe bicih bike, gerîlla bersiveke dijwar da.

Li vir jî derb li helîkoptereke hate xistin û di encama berxwedana gerîlla ji herêmê dûr ketin.

22’ê Nîsanê dema leşkerên Tirk hewl dan li Girê Ortê û qada Şehîd Karker bicih bibin, gerîlla li wan da û di encamê de 2 leşker hat kuştin.

Heman rojê dîsa li qada Şehîd Karker gerîlla çalakiyeke bi bandor lidar xistin û li vir 5 leşker hatin kuştin.

HPG: Artêşa Tirk bi desteka PDK’ê bi dijwarî êrişî kurêjahro dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke din rewşa dawî ya li herêma Kurêjahro parve kir:

Li gorî vê,

Şevê din artêşa Tirk a dagirker tevî 9 helîkopteran ji herêma Amediye-Dêrelok ku di bin serweriya PDK’ê de ye, derbasî qadê bû û devera Kurojahro bombebaran kir.

Li gel êrişan, dewleta dagirker hewl da leşkerên xwe bi rêya helîkopteran li herêmê deyne.

Di encama destwerdana gerîlla de derb li helîkopterên artêşa dagirker hatin xistin.

Dema ku artêşa Tirk hewl da kuştî û birîndarên xwe deyne baregeha Sîrê ya herêma Şêladizê, hêzên gerîlla careke din li wan dan.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê eşkere kir ku di êrişa şevê din de li gel helîkopterên êrişê yên artêşa Tirk, helîkoptera Amerîka a binavê CH-47 Chinook (Çînok) jî hat bikaranîn.

Back to top button