Li Şengalê li dijî êrîşên ser Rojava kon vedan

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi armanca piştgiriya berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma, ‘Her der Rojava, Her der Berxwedane’ çalakiyeke kon vedanê destpêkirin.

Konê çalakiyê li gundê Xelef a Şengalê hat vedan.

Ev çalakî wê 2 rojan berdewan bike.

Hemû sazî û dezgeh, partî, rêxistin û pêkhateyên Şengalê ji bo piştgiriyê serdana kon dikin.

Di çalakiyê de Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê hate silav kirin

Di roja yekemîn a çalakiyê de peyamên ji bo piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya dijî dagirkerî û êrişên kuştinê hate dayîn.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nefiya Mêşo di konê piştgiriyê de axivî û got:

Em ji bo piştgiriya Rojava li vir kombûne, ji ber em xwe deyndarê xelkê Rojava dibinin.

Rêveberiya Rojava û gelê wê bi hemû derfetên xwe herdem buye piştevan ji gelên azadîxwaz re.

Em ji xelkê Rojava re dibêjin, hun ne bi tenê ne, heya em hene emê piştevaniya we bikin.

Em ê bihevre vê dozê bibin serî.

Back to top button