Nûçegihanê ajansa ANHA′yê Seed Ehmed di salvegera 4. a şehadeta xwe de, ji aliyê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), malbat û hevalên xwe li ser gora xwe ya li Til Temirê hat bibîranîn.
Artêşa Tirk a dagirker di 13′yê Cotmeha 2019′an de li Serêkaniyê komkujiyeke hovane pêk anîbû.
Di encama êrişan de nûçegihanê ajansa ANHA′yê Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TV Mihemed Reşo şehîd bûbûn.
Di merasîma bîranînê a li ser gora Şehîd Seed de edîtora ANHA′yê Medya Henan şehîd Seed û tevahî şehîdên rojnamevan bibîranîn û got:
“Şehîd Seed di eşkerekirina rastiya şerê li Serêkaniyê de xwedî roleke girîng bû. Em ê li ser rêça wan têkoşîna xwe bidomînin.”
Hevserokê YRA′yê Dilyar Cizîrî jî şehîd bibîranîn û wiha got:
“Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî ragihandinê ne nû ne.
Dewleta Tirk tevî hemû tiştên din êrişî rojnamevanan jî dike.
“Em ê li ser rêça şehîdan şopandin û ragihandina rastiyan berdewam bikin.”