Jin bi teşeyeke kirêt di reklamekê de hat nîşandan

Di reklameke şîr yê telefezyona li Başûrê Kurdistanê de jin bi teşeyeke kirêt weke çêlek nîşan didin. Ev yek bûye sedema nerazîbûna jinan. Rêvebera Giştî yê Ragihandinê ya bi wekalet Şiwan Ewla jî got:
Ger ev reklam ji weşanê dernekeve, wê jinên çalakvan jî pêşniyara boykotkirina berhemên vê kompanyayê bikin.

Di medyaya zayendperet de jin weke amûreke reklamê tê nîşandan.

Her tim bi teşeyeke kirêt û ji xwebûnê dur weke ku bedewe didin pêşkêşkirin.

Lê vê carê di telefezyoneke li başûrê Kurdistanê de, jin bi teşeya Çêlekê nimandine.

Ev yek, di reklama şîrê kompanya Mîhan a Îranê de pêk tê.

Weşandina vê reklamê zû bû sedema nerazîbûna jinan.

Çalakvana mafê jinan Hana Şiwan diyar kir ku telefezyona li başûr, bi riya vê berhemê heqaret li jinan kiriye, ev cûrên reklamê bandoreke xerab li ser civakê dikin.

Ji ber sedema nerazîbûna jinan, Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma başûrê Kurdistanê 15’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ev nêzîkatî şermezar kir.

Li gor wê, Wezaretê daxwaz kir ku li gor qanûna jimara 4 a 2019’an (Rêxistina reklamên bazirganî ya li Herêma Kurdistanê- Iraqê) ku reklamên tên belavkirin bandoriya nerênî û negatîf li ser aramiya malbat û civakê neke û nebe sedemê ku statûya jinê were têk birin tev bigerin.

Li gorî qanûnê divê demildest weşanda reklamê were rawestandin û weke ceza 500 hezar dînar kêmtir nebe û ji 15 milyonan jî zêdetir nebe were standin.

Her çiqas qanûna Rêxistina Reklama Bazirganî li Parlamentoyê hatiye erêkirin, lê hîna nehatiye pêk anînin.

Ger reklam neyê rawestandin, jin wê berhemê boykot bikin

Rêvebera Giştî yê Ragihandin, Çap û Weşanê yê Herêma başûrê Kurdistanê ya bi wekalet Şiwan Ewla jî got:

Her çiqas biryara rawestandina vê reklamê hatiye dayîn, lê hîna weşandina wê di telefezyonê de nehatiye rawestandin.

Şiwan Ewla teqez kir ku ger ev reklam ji weşanê der-nekeve, wê jinên çalakvan jî pêşniyara boykotkirina berhemên vê kompanyayê bikin.

Back to top button