Bi armanca alîkariya malbatên xizan yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk ji bajarên xwe koçber bûne û di rewşa belavbûna Vîrûsa Koronayê bê kar mane, Desteya Kar û Barên Civakî dest bi kampanyaya alîkariya van malbatan kir û xebata xwe bi daxuyaniyekê ragihandin.
Daxuayniya desteya Kar û Barên Civakî wiha ye:
Bi derketina nexweşiya Vîursa Koronayê re, cîhan bi tevahî li hemberî vê yekê bi şerekî aborî û tenduristî re rû bi rû ma ye.
Vê nexweşiyê aboriya mezintirîn welatên cîhanê rûxand, pergala tenduristiyê ji hev xist.
Ji bo sînor-darkirina Vîrusa Koronayê, ne-derketina derve hat ragihandin.
Herêma me jî yek ji wan herêmên ku bi vê ne-derketinê de bandor bû û di encamê de gelek pirsgirêkên aborî bi xwe re anî.
Bi hezaran karker bê kar dimînin û keda wan ya rojane rawestiyaye.
Ji ber vê rewşê em weke Desteya Kar û Barên civakî ya herêma Firatê ji bo ku em bikarbin vê rewşê çareser bikin, bi malbatên xwe yên xizan re bibin alîkar, me hemleya insyatîfa hevbeş a civakê dest pê kiriye.
Ev kampanya wê alîkariyê bide malbatên xizan.



