Cemal Şerîk: Çalakiyên fedayî rastiya têkoşînê vedibêje

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û behsa tecrîda li Îmraliyê kir.
Cemal Şerîk diyar kir ku dixwazin bi girankirina tecrîdê re nehêlin ku Rêber Apo analîzan bike û rê nîşan bide.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk tecrîda têkildarî rojevê ji ajansa Firatê re axivî.

Cemal Şerîk destpêka axaftina xwe de Rêber Apo silav kir, şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û ev tişt anî ziman:

“Meha Hezîranê di dîroka me ya têkoşînê ya partî û gel de weke meha fedaîbûn û berxwedanê tê qebûlkirin.

Di nava meha Hezîranê de şehîdên mezin hatin dayin, bi qasî meznahiya şehîdan berxwedaneke mezin jî hat dayîn.

Çalakiyên fedayî yên berxwedêran rastiya têkoşîn û berxwedanê vedibêje.

Ji ber vê yekê divê ji bo me hemûyan ev şehîd bibin pîvaneke mezin û lehengiya wan bê biserxistin.”

Cemal Şerîk di demawa axaftina xwe de got:

”Zîlan, Sema û Gulan di kesayetiya xwe de xeta fedaî ya PKK’ê temsîl kirin, bi vî rengî şehîd bûn.

Lewma meha Hezîranê di xeta fedaî de weke Meha Berxwedanê cihê xwe di nava dîroka gel û têkoşîna me de girt.

Cemal Şerîk behsa tecrîda li Îmraliyê kir

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê behsa tecrîda li dijî rêber Apo jî kir û wiha dewam kir:

Cemal Şerîk: Tecrîd li dijî gelên Kurdistanê û Tirkiyê ye

”Tecrîda li dijî rêber Apo ne tenê li girava Îmraliyê ye, di heman demê li dijî gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê ye.

Ji tabloya siyasî ya li Tirkiyeyê ya îro eşkere dibe, bê tecrîda li ser Rêber Apo çima ewqasî giran bûye.

Cemal Şerîk: Naxwazin Rêber Apo rê nîşan bide

Sedema esasî ya tecrîda li ser Rêber Apo ew e ku gelê Kurd ji Rêbertî qut bike.

Sedemek din a girankirina tecrîdê hêza fikrî ya Rêber Apo ye. Hesabê ji fikir û analîzên wî re dikin.

Eger analîz û fikirê wî bigihêjin civakê, gelan, mirovahiya pêşverû ya cîhanê hingî wê pirsgirêk bên çareserkirin.

Ji bo wî jî ji fikrê wî ditirsin û tecrîdê giran dikin da ku nehêlin rê nîşanî siyasetê bide.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk axaftina xwe wiha bi dawî kir:

”Dema analîzên Rêber Apo ên li ser dewleta Tirk, rejîma wê ya şerê taybet, têkiliya bi AKP û Erdogan re rast bê fêhmkirin, wê hîn bi şênberî eşkere bibe bê dijminekî çawa li hemberî wan heye.

Dema ku encamên rast ji vê yekê hatin wergirtin, wê ji her demê bêhtir derfet bêne afirandin ku rejîma faşîst a mêtinger qirker bê hilweşandin.”

Back to top button