Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Mamosta Mihemed Gabar û hevjîna wî Zozan Omer bi merasîmek girseyî hatin bîranîn.
Xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî merasîmê bîranînê ji bo Hemwelatiyê wargehê Mihemed Gabar û hevjîna wî Zozan Omer li darxistin.
Di bîranînê de bi sedan xelkê wargehê amade bûn.
Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel a wargehê Yusif Kara axaftinek kir.
Yusif Kara got : ”Mamoste Mihemed xwedî kesayetek rêzdar, jîr, rêk û pêk, rêxistinî bû
xeta Rêbertî, şehîdan û welatparêziyê di kesayeta xwe de hunandibû.”
Kara diyar kir Kesayetên mîna mamoste Mihemed ku pêşeroja civaka xwe qayîm dikin dibin hedefa êrîşên dewleta qirker ji ber ku pêşeng , têghiştî û zana ne .
Yûsif Kara di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li hemberî dijminê qirker kîna wan di asta herî jor de ye .
Bavê Şehîd Mihemed Gabar Evdirehman Gabar di merasîmê bîranînê de axivî û wiha anî ziman : “Dema ku me dest bi vê rêyê kirî,me şehadet girtibûn ber çav.”