Li Hindistanê ji ber germahiya zêde 46 kes mirin.
Germahiya ku ser pileya demsalê ya asayî derket weke 42,2 pile hat pîvan.
Midûriyeta Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) daxwiyaniyek da û ev yek raghand:
“Germahiya hewayê li herêma Ballia ya Uttar Pradeşê derket 42,2 pileyî.
Ji asta asayî ya demsalî derbas bû.
Bijîşkan ragihandin li Uttar Pradeşê 34 kes û li Biharê 12 kes bi giştî 46 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Ev dane jî di nava 2 rojan de ye.”
Midûriyeta eşekere kir ku divê welatiyên ji 60 salî mezintir dernekevin derve.
Rayedarên eyaletê ragihandin:
“Pêla germê ya ku li Hindistanê bi bandor bû.
Li 24 herêmên eyaleta Bihar a rojhilatê bandor kir.”
Rayedaran diyar kirin ku di nava 24 saetan de ji ber pêla germê 2 jê polîs 12 kes mirin.