Li Hindistanê bahoza Biparjoy bi xwe re felaket anî.
Ji ber Bahoza Biparjoy lehî rabû û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.
Piştî vê yekê Midûriyeta Meteorolojiyê ya Hindistanê li ser rewşa bahozê hişyarî da.
Bahoza Biparjoy li eyaleta Gujarat a Hindistane ya li ser sinore Pakistane derket.
Ji ber bahoza dijwar li hinek deveran dar û stûnên elektrîkê hatin xwarê û rê xera bûn.
Nêzî hezar gund bê kehrebe man.
Barana zêde ya ku ji ber bahozê rabû lehî bi xwe re anî û li gelek kolanan wesayît di bin avê de man.
Di heman demê de li herêma Bhavnagarê ji ber lehiyê 2 şivan mirin.
Ji ber giraniya bandora lehiyê 23 kes jî birîndar bûn.
Piştî wê yekê tîmên alîkariy ketin tevgerê û xebatên rizgarkirinê hatin destpêkirin.
Li Hindistanê bahoza biparjoy: Nêzî 2 mîlyon mirov bandor kir
Bahoza Biparjoy ku bi bengalî tê wateya felaket, li 8 cihan, zêdetirî 1,9 mîlyon mirov bandor kir.
Midûriyeta Meteorolojiyê ya Hindistanê li ser rewşa bahoza ku ber bi bakurrojavayê va diçe, heyî hişyarî da û ragihand
wê 2 rojên pêş de baraneke gur bibare.
Ji aliyê din ve ji ber bahozê zêdeyî 180 hezar kes ji malên xwe yên li Hindistanê û Pakistana hatin derxistin.