Hêzên Asayîşê qaçaxçiyrek û 2 jin girtin

Hêzên Ewlekariyê û Rêveberiya Xweser bi biryarin ku herêmê ji hemû xetiriyan biparêzin. Divê çarçoveyê de, Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku wan hin kesên ku bi awayekî qaçax sivîlên ji Şamê hatî derbasî Qamişlo dikirin, girtine.

Doh bi rêya balefiran hikumeta Şamê bi sedan kesên ku ji Şamê hatîn derbasî Qamişlo kirin.

Dema hêzên Ewlekarî û tenduristiyê dixwetin her kesî fehz bikin, bi alîkariya hêzên rejîmê hinek kes bê hehz derbasî nava bajar bûbûn.

Navenda Ragihandinê ya hêzên Asayîşê ragihand ku 2 jinên ku hewl didan bi riya qaçax derbasî Qamişlo bibin û qaçaxçiyê wan hatin girtin.

Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kirin ku ev kesê qaçaxçî sivîlên ku ji Şamê dihatin di nava avahiyên derdora balfirxaneya Qamişlo re derbasî bajêr dikirin.

Ew jî bi aramnca ku rewşa wan ya tenduristiyê ji aliyê tîmên tenduristiyê yên Rêvberiya Xweser ve neyên kontrolkirin.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku ji bo silametiya tenduristiya şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser û rêgirtina li ber derbasbûna vîrûsê ji herêmê re, ew ê rêkarên pêwîst bigirin û her di amadebaşiyê de bin.

Ji derveyî balefirxaneya Qamişlo hemu rêyên çûn û hatinê ya bi dervere hatine girtin.

Desteya Tenduristiyê ya rêveberiya xweser ya bakur û rojhilatê Sûrî 8’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ger vîrûs derbasî herêmê bibe, ewê hikumeta Şamê berpirs be.

Back to top button