Vîrûsa Corona hîna bandora xwe li ser beşên din ên Kurdistanê dike

Li welatên cîran jî rewş metirsîdar e.  Li Başûrê Kurdistanê ku rojane rewşên nû tên tomarkirin, qedexeya derketina derve careke din hat dirêjkirin.

Vîrûsa li nava arêşa Iraqê jî belav bûyî dawî li jiyana fermandarekî anî. Li Îran û rojhilatê Kurdistanê jî bîlançoya qurbaniyên vîrûsê giran dibe.

 

Li Iraqê fermandarekî artêşê mir

Welatên Cîran û beşên din yên kurdistanê jî ji ber vîrûsa Corona di nava aloziyê de ne.

Yek ji wan jî Iraq e.

Li welatê heta niha hezar û 232 kes bi vîrûsê ketine û her wiha 69 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herî dawî fermandarekê artêşê ê bi navê Mihemed Mihdî El-Hemedanî, ku bi vîrûsê ketibû jiyana xwe ji dest da.

Li Hewlêrê 9 kesên din bi vîrûsê ketin

Li Başûrê Kurdistanê jî rojane rewşên nû tomarkirin û metirsiya zêdebelavbûna vîrûsê, xwe dide der.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma başûrê Kurdistanê şevê din bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 9 kesên din li Hewlêrê bi vîrusê ketin.

Li gorî daxuyaniyê ji kesên bi vîrûsê ketine 6 jin in.

Heta niha li Herêma Başûrê Kurdistanê bi giştî 324 kes bi vîrûsê ketine, 126 kes baş bûne û 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li başûrê Kurdistanê qedexeya derketinê hat dirêjkirin

Ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrûsê li Başûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve heta 6 rojên din hat dirêjkirin.

Wezareta Hundirin a Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo parastina tenduristiya welatiyan ev biryar hatiye dayîn.

Ji ber vîrûsê li başûrê Kurdistanê 14’ê Adarê ve qedexeya derketina ji derve heye û welatî di malên xwe dene.

Xwezaya bedew bê geştiyar maye

Herêmên Derbend û Xebat ên Ranya jî cihên ku bi bihezaran kesî rojane serdan dikir û niha vale ne.

Li Îranê 122 kesên din jiyana xwe ji dest da

Li Îranê ku di destpêkê de rewş dihat paşguhkirin û veşartin, hîna rewş giran û vîrûs nehatiye kontrolkirin.

Li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, rojane qurbanî hene.

Li gorî daneyên fermî di nava 24 saetên dawî de hezar û 972 kesên din bi vîrûsê ketine û jimara giştî gihişt 68 hezar û 192 ‘an.

Di 24 saetên dawî de 122 kesên din jiyana xwe ji dest dane û bi vêre jimara giştî giha 4 hezar û 232’an.

Aliyên muxalifên Îranî jî dibêjin deshilat daneyên rastî bi raya giştî re parve nakin.

Back to top button