Li Başûrê Kurdistan û Iraqê, çeteyên DAIŞ’ê tevgera xwe zêde kiriye

Di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê, li ser navçeya Xurmatû de, 2 çekdarên Heşda Şabî hatin kuştin.

Li alîkî din cîgerê wezîrê karên dervê yê Amrîkayê diyar kir ku li Iraqê gefên çekdarên bi piştevaniya Îranê yên li dijî hêzên wan hîna zêde ye.

 

2 çekdarên heşda şabî li xurmatûyê hatin kuştin

Başûrê Kurdistanê û Iraqê hîna di bin metirsiya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de ye.

Duh çeteyên DAIŞ’ê, li rojavayê navçeya Xurmatû ya parêzgeha Selahedînê, bi hawinan êrîşê baregehên Heşda Şabî kirin.

Berdevkê Heşda Şabî yê Bakurê Navçeyê Elî Hisên Haşim, diyar kir ku “êrîş li ser Tugaya 152an ya li Balafirgeha Xurmatûyê pêk hat”.

Haşim destnîşan kir ku “piştî êrîşê, şer derket û di encamê de, 2 çekdarên wan mirine.

Beriya 2 rojan jî, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Koleco yê Germiyanê kiribû û 2 peşmerge şehîd bibûn.

Li Iraqê gefên komên bi piştevaniya Îranê li dijî hêzên me didome

Li alîkî din Cîgirê wezîr derve yê DYA’yê yê karûbarên Rojhilata Navîn David Schenker diyar kir ku li Iraqê gefa çekdarên bi piştevaniya Îranê, ya li dijî hêzên wan hîna heye.

David Schenker da zanîn ku Washington têkildarî agirbesta ku koma Ketaîb Hizbullah a bi piştevaniya Îranê ragihandiye, bi baldarî nêz dibe.

Schenker bal kişand ser karê berê yê Mistefa Kazimî yê serokê îstîxbarata Iraqê û got,

Kazimî, karekî serkeftî kiriye.

Doh serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, Mistefa Kazimî ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kir.

Back to top button