Rejîma Îranê kuştina kolberan didomîne

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber bêkariyê û rewşa xerab a aboriyê bi hezaran kes ji neçarî li ser sînor karê kolberiyê dikin. Di êrîşên rejîma Îran yên li ser Kolberan de, kolberek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî malpera Kolbernews’ê li ser sînorê navçeya Bazirgan a Mako ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê kolber gulebaran kirin.

Di encamê de 3 kolber birîndar bûn.

Li gorî Kolbernews’ê birîndarê bi navê Burhan Cenkanlû ku kolberê bi birîndarî girtîn ji bidarve kirin.

Ji aliyê din ve şeva borî cenazeyê kolberekê bi navê Esker Mihemedî yê 40 salî piştî sê rojên windabûnê li bejahiya gundê Nebî Kendî yê bajarê Tîkab ê Urmiyê di nava berfê de hate dîtin.

Heta niha sedemê mirina Esker nehatiye zanîn.

Back to top button