Sibê Îran serdana Şamê dike

Di wextekî de ku Rûsya û dewleta Tirk nexşerêyeke nû li Idlibê saz dikin, Îran berê xwe dide Şamê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Mûsewî îro ragihand ku wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf sibê wê ber xwe bide Şamê.

Mûsewî diyar kir ku wê Zerîf li gel berpirsên hikumeta Şamê û serokê rejîma Sûrî Beşar Esed danûstandinan bike.

Ajansa fermî ya Îranê jî destnîşan kir ku serdan Zerîf wê rojekê dewam bike û naveroka danûstandinan jî wê guhertinên li ser erdê û yên siyasî be.

Hêjayî gotinê ye ku serdana Îranê bo Şamê di wextekî de tê ku lihevkirina Putin-Erodgan li Idlibê dikeve meriyetê û ev yek bêyî beşdariya Îranê ye.

Back to top button