Dewleta Tirk darên gundên Zaxoyê dane ber alavên birrînê

Dewleta Tirkî a dagirker darên gundên Zaxoyê ji kokê ve hildiqetîne, piştre derbasî Tirkiyê dike.

Li gorî Ajansa Roj News’ê, artêşa Tirkî li gelek gundên Zaxoyê daran dibire, derbasî Tirkiyê dike û li wir difiroşe.

Roj Nesw’ê da xuyakirin ku, talankirina jîngeha Zaxoyê, bi alîkariya hin sîxurên Tirkiyê yên li herêmê, pêk tê.

Tirkiye ji destpêka havînê ve, bi behaneya çêkirina rêyên çiyayî, darên herêmê dane ber alavên birrînê.

Back to top button