Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Mexmûrê kirin, 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herêma Mexmûrê ya bi ser Mûsilê ve kirin, 2 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin.

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ser Çeteyên DAIŞ li ser rêya navbera gundê Elî-reş û Berdi-spî ku dikeve bin çiyayê Qereçox a ser bi navçeya Mexmûr a ser bi Musilê ve, pêk hat.

Di êrîşa çeteyan de 2 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, operasyona dîtina çeteyan li herêmê dewam dike.

Hêjayî gotinê ye ku di van demên dawî çeteyan DAIŞ’ê li Iraqê tevgera xwe zêde kiriye û dem bi dem êrîş dike.

Back to top button