Amerîka “Polîsên Exlaqî” ya Îranê xist lîsteya cezayan

Terora rejîma Îranê ya li dijî xwepêşandêran, ji aliyê hêzên navdewletî ve bi bêdengî tê şopandin.
Daxuyaniyên bi zimanekî tirsûnek, êrişa rejîmê ser xwepêşandêran zêdetir dike.
Piştî şermezarkirina êrişan, vê carê Amerîka navê rêxistina “Polîsên Exlaq” û hin berpirsên hinek saziyên ewlehiyê xist lîsteya cezayan.

Rejîma Îranê bi awayekî hovane êrişî xwepêşandanên li welat ku jin pêşangin, dike.

Ji welatên rojavayî piştî daxuyaniyên ji Almanya û Kanda, vê carê Amerîka jî dest bi cezayan kir.

Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê (OFAC) ya Amerîka têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Ofîsê destnîşankirin ku Polîsê Exlaqê yê Îranê ji ber “tacîz û tundiya li ser jinan û binpêkirina mafên xwepêşanderên aştiyane” ketiye lîsteya cezayan.

Di daxuyaniyê de ji kuştina Jîna Emînî bi awayekî eşkere polîsên Exlaqê yên rejîma Îranê berpirsyar hatiye nîşandan.

Ji ber van sedeman Wezareta Îstixbarat û Ewlekariyê, Fermandehiya Hêza Bejahî, Hêzên Berxwedana Besîc û Hêzên Întizamî û Rêxistina Polîsên Exlaqî yên Îranê jî di lîsteya cezayan de cih girtin.

Hat ragihandin ku Alîkarê Rêveberê Polîsan Abnûş Qasim Rezayî, Fermandarê Hêzên Bejayî Kyumars Heyderî û Rêveberê Emniyeta Çarmehalê Manuçer Amanullahi di lîsteya cezayan de cih girtin.

Di çarçoveya van cezayan de, wê hemwelatiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi van kesan re ti têkiliya bazirganiyê nedênin, mal û milkên wan jî wê ji aliyê Amerîka ve were cemidandin.

Li Îranê xwepêşandanên ku jinan pêşengî jêre dikin bûne sedema êrişa hêzên rejîmê.

Back to top button