Di çalakiyên li Îran û Rohilatê Kurdistanê de 36 kes hatine kuştin

Welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî hêzên rejîma Îranê dest ji xwepêşandan bernadin.
Bi derbasbûna rojê re bîlançoya xwepêşandêrên tên kuştin giran dibe.
Rejîma Îranê dibêje herî kêm 26 kes hatine kuştin.
Lê ev dane li gorî sazî û xwepêşandêran ji 36’an derbas kiriye.

Zextên rejîma Îslamî ya Îranê welat dişewitîne.

Îro hefteyek ji xwepêşandanên li welat despê kirî tejî dibe.

Lê bajarên veguherîne qadên xwepêşandanê, hîna bi hêrs û kîna li dijî rejmê Îranê dişewitin.

Kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 16’ê Îlonê li nava Îran û Rojhilatê Kurdistanê veguherî hêrsê.

Doh jî careke din ji bo Jîna bi hezaran kes li qadan bûn.

Tevî rejîma Îranê bi hovane êrişî xwepêşanderan kir, xetên înternetê jî qutkir, lê gel li qadan bû.

Li gorî agahiyan pêla xwepêşanderan hema bêje li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê mezin bibû.

Rejîm ya nikare dawî li xwepêşandanan bîne, vê carê bi zextê dixwaze vê yekê pêk bîne.

Gorî dîmenên li ser torên civakî belav bûne, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hêzeke zêde ya leşkerên rejîmê hatine belavkirin.

Lê vê yekê jî nekarî xwepêşandanan bilav bike.

Di dîmenên hatine belavkirin de, hêzên Îranê li bajarên Dêhdeştî ya ser bi parêzgeha Yasuc, herwiha bendera Enzel ya li parêzgeha Gîlan û bajarê Tahranê jî, bi tundî êrişî xwepêşanderan kiriye.

Tê gotin di encama êrişa hêzên Îranê de kuştî û birîndar hene.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê heya roja 6’an ya xwepêşandan, herî kêm 36 kes li Rojhilatê Kurdistan û bajarên din ên Îranê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Televsiona rejîmê jî îdia dike ku heta niha 26 kes hatine kuştin.

Jimara kuştiya li Rojhilat û Îranê gîhîşt 31 kesî

Back to top button