Jimara kuştiya li Rojhilat û Îranê gîhîşt 31 kesî

Doh careke din Xelkên Rojhilatê Kurdistan û Îranê daketin qadan.
Çalakiya xwepêşandêran di roja 7’an de ye. Lê her ku diçe rewş di kontrolê derdikeve û jimara kuştina zêde dibe.
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê di çalakiyên têkildarî mirina Jina Kurd Jîna Emînî de herî kêm 17 kes, li gorî rêxistinên civakî yên sivîl jî herî kêm 31 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin.

Xwpêşandanên şermezarkirina kuştina Jîna Emînî ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belavbûye di roja 7’an de ye.

Doh careke din gel li qadanbûn.

Îran êdî îrana berê nîne.

Xelkên Rojhilat li hember rejîma faşîst a Îranê bihêrsin kuderê poster û wêneyek rayedarên rejîma îranê dibînin dişewitînin û tînin xwarê.

Çalakvanan posterê herî mezin yê Xameneyî şewitandin û dîmenên rayedarê îranê yên bi saziyan ve tînin xwarê

Hemû kurd îro bi vê rihê ji bo Rojhilatê Kurdistanê li qadanin.

Ev der bajarê tebrîz e, çalakvana agir berda avahiya polîsên rejîma îranê

Ev der jî bajarê Tehranê ye çalakvana li vir jî avahiyek polîsan şewitandin.

Li navçeya Şîno ya Urmiyeyê jî çalakvana qereqola polîsan dorpêçkiri, hêzên îranê jî bi fîşeka êrişê çalakvana kir.

Çalakvanên bajarê Senendec jî bi diruşma kurdistan mezine wê we têk bibe daketin qadan

Êdî li Rojhilatê Kurdistan her ku diçe rewş xeter tir dibe û şerê sing bi sing di navbera çalagvan û hêzên rejîma îranê ve destpê kiriye.

Rejîma Îranê polîs, besîc û hêzên xwe xistiye tevgerê û êrişê gel dike.

Televîzyona dewletê bêyî ku hejmara xwepêşandêran bi berfirehî bide wiha got, “Di bûyerên çend rojên dawî de xwepêşandêr û polîs jî di nav de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.”

Lê belê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (UST) ku saziyeke navenda wê li Osloyê ye, diyar kir ku herî kêm 31 sivîl ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.

Back to top button