Kanada beşdarbûna Swêd û Fînlandiya nava NATO erê kir

Swêd û Fînlandiyayê piştî ku 28’ê Hezîranê bi Tirkiyê re li hev kirin, ji bo endamtiya tam a NATOyê serlêdan kirin.
Piştî vê yekê pêvajoya erêkirina endamtiya van welatan li nava parlementoya welatên endamên NATO despê kir.
Kanadayê beşdarbûna endamtiya herdû welatan bo NATO erê kir.
Bi vê yekê re, Kanada û Danîmarka bûn welatên yekemîn yên beşdarbûna welatên navborî bo NATO yê erê kirin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand ku Fînlandiya û Swêd protokolên tevlîbûna Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) erê kirine.

Trudeau da zanîn ku hikûmeta federal ji bo ku pêvajoya erêkirinê bi lez derbas bibe gav avêtiye û destnîşan kir ku di dengdana li parlamentoya federal de tevlêbûna Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê bi yekdengî hat qebûlkirin.

Trudeau axaftina xwe wiha domand:

“Kanada bi şiyana Fînlandiya û Swêdê ya ku bi lez û bez entegreyî NATOyê bibin û tevkariyê li parastina kolektîf a Hevbendiyê bikin, bawer e. Endamtiya Fînlandiya û Swêdê wê NATOyê bihêztir bike. Hemû endamên NATOyê, em ji we daxwaz dikin ku pêvajoyên erêkirinê da ku derfetên destwerdana dijmin sînordar bikin bilez temam bikin.”

Kanada û Danîmarka bûn welatên yekem beşdarbûna Swêd û Fînlandiya erê kirin

Kanada û Danîmarka bûn welatên yekem ên ku beşdarbûna Fînlandiya û Swêd bo NATO erê kirin.

Balyozê Swêdê yê li Ottowa Urban Ahlin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ber erêkirina Kanada ya endamtiya van welatan spasiya wê kir.

Kanada yekem welat e ku belgeya erêkirinê pêşkêşî Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ku parêzvanê Peymana Atlantîka Bakur e kir.

Stoltenberg: Tevlîbûna Swêd û Fînlandiya wê di nava mehande biqede

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî got,

Tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATOyê wê di dîroka hevpeymaniyê de “leztirîn” be û ne bi salan lê di nava mehan de temam bibe.

Swêd û Fînlandiyayê piştî 28’ê Hezîranê bi Tirkiyeyê re li hev kirin, ji bo endamtiya tam a NATOyê serlêdan kirin.

Ji bo her du welat statuya endamtiyê bi dest bixin, divê serlêdan ji aliyê parlementoyên hemû welatên endamên NATOyê ve bikeve dengdanê û qebûlkirin.

Back to top button