“Pêwîste Tirkiyê were dadgehkirin”

Parêzer û huqûqnasên cîhanî têkildarî qirkirina Êzdiyan, raporek amade kirin.
Parêzvana Mafê Mirovan a Birîtanî Helena Kennedy diyar kir ku li gorî encama lêkolînan, berpirsiyariya Tirkiyê di qirkirinê de heye û got;
Lazime Tirkiyê li Dadgeha Navneteweyî hesab bide.

Komeke ji parêzerên navdar ên cîhanî ku xwe weke Komîsyona Edaletê ji bo Êzdiyan birêxistin kirine, têkildarî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an raporek amade kirin.

Naveroka Raporê ji aliyê rojnameya Îngilîz The Guardina ve hate parve kirin.

Rapor xwe dispêre lêkolînên berfereh ên têkildarî sedem û encama tevgera qirkirinê.

Li gorî amadekaran, armanc ji raporê ew e ku berpirsiyariya hin dewletan a di qirkirina civaka Êzdî de raxin ber çavan.

Parêzvana Mafê Mirovan a Birîtanî Helena Kennedy (Helena Kenedî) pişîgirî da encamên lêkolînê û got;

Her çendî qirkirin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibe kirin jî lê berpirsiyariya sereke a hin dewletan e.

Rapora komîsyonê piştî xebatên 3 salan bi encam bû û tê de helwesta 13 welatan û berpirsiyariya wan li hemberî qirkirinê hate lêkolînkirin.

Endamên komîsyonê herî zêde îşaret bi rola Tirkiyê kirin û di rapora xwe de bal kişandin ser vana xalan:

Tevgera qirkirina Êzdiyan li Sûrî û Iraqê sala 2013’an destpêkir.

Rayedarên Tirkiyê eşkere çavên xwe li qirkirinê girtin û sînorên xwe li derbasbûna DAIŞ’iyan vekirin.

Ji Nîsana 2014’an ve dewleta Tirk rê da firotin û kolekirina jinên Êzdî.

Piştgirî dan perwerdekirina DAIŞ’ê da ku êrişî Kurdên Sûrî bikin.

Rayedarên Tirk baş dizanîbûn ku DAIŞ’iyên têne perwerdekirin wê li dijî Êzdiyan bi karên xerab rabin.

Parêzer di vî warî de balê dikşînin ser rola Qeterê jî.

Rapor wekî din radighîne ku Sûrî û Iraq ên nekarîn Êzdiyan li hemberî êrişan biparêzin, rola wan jî di encama qirkirinê de heye.

Back to top button