Mistefa Karasû: Polîtîkaya li ser Îmraliyê tê meşandin teşhîr bûye û ne pêkane ku bi ser bikeve

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû derbarê tecrîda giran ya li ser Rêber Apo ku tê meşandin de got, “Çiqasî cezayên dîsîplînê û tecrîdê ferz bikin jî êdî ev polîtîkaya li ser Îmraliyê tê meşandin teşhîr bûye û nepêkgane ku bi ser bikeve.”
Karasû derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de jî diyar kir li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê şerekî mezin tê kirin û da zanîn ger ne ji xiyanet û nokeriyê be, artêşa Tirk nikare gavekê jî biavêje.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû ji Medya Haber TV re axivî û derbarê tecrîda li Îmraliyê, şerê li başûrê Kurdistanê û peymana Madrîde nirxandin kir.

Karasû destpêkê tecrîda giran ya li ser Rêber Apo ku her diçe tê girankirin axivî û wiha got;

“Li ser Rêber Apo 24 sal in polîtîkaya tecrîdê tê meşandin. Bifikirin, li hucreya yek kesî serê sê mehan cezayekî dîsîplînê didin.

Devereke din a cîhanê û Tirkiyê ewqas cezayên dîsîplînê li girtiyekî nehatiye birîn. Cezayên dîsîplînê yên li Rêber Apo têne birîn di çarçoveya şerê taybet de ne û li ser vê bingehê nahêlin parêzer û malbat wî bibînin.”

Mistefa Karasû destnîşan kir ku navenda têkoşîna navbera gelê Kurd û dewleta Tirk a qirker Îmrali ye û ji ber vê yekê tecrîd tê ferzkirin û wiha dewam kir;

“Ditirsin ku çend gotinên Rêber Apo wê sîstema mêtinger qirker lawaz bike, derbê lê bixe û hilweşîne. Ji ber vê tecrîdê ferz dikin.

Çiqasî cezayên dîsîplînê û tecrîdê ferz bikin jî êdî ev polîtîkaya li ser Îmraliyê tê meşandin teşhîr bûye.

Yê ku di nava van 24 salan de xurt û bi bandor bû Rêber Apo ye. Polîtîkaya tecrîdê ya 24 salan bi ser neket û bi ser nakeve.”

Mistefa Karasû: Ne ji xiyanetê be artêşa Tirk nikare gavekê jî biavêje

Mistefa Karasû êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û şerê gerîla yê li dijî van êrîşan jî nirxand.

Karasû got;

“Niha li Zap, Avaşîn, Metîna berxwedaneke fedayî heye. Vê berxwedanê beriya her tiştî nîşan da ku gelê Kurd dikare dewleta Tirk têk bibe.

Gelê Kurd dît ku ne ji xiyanetê û nokeriyê be wê dewleta Tirk nikaribe gaveke bi tenê jî biavêje.

Gerîla hêza gelê Kurd nîşanî tevahiya cîhanê da. Nepêkane ku ev gel bê têkbirin.”

Mistefa Karasû: NATO li ser Kurdan bazareke qirêj dike

Mistefa Karasû peymana li Madrîdê ya ku di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlanda ya ji bo endamtiya NATO’yê hate kirin jî nirxand û wiha got;

“Li pêş çavên tevahiya cîhanê li ser Kurdan bazareke gelekî qirêj hate kirin.

Ev yek di heman demê de asta têkoşîna me jî nîşan dide. Li hemberî PYD’ê, YPG’ê biryaran didin. Bêyî ku li ber xwe bikevin û fedî bikin.

Li hemberî YPG, PYD, YPJ’ê ku hîn doh li dijî DAIŞ’ê şerekî mezin kirin, zêdeyî 10 hezar şehîd dan, NATO niha helwestê nîşan dide.”

Mistefa Karasû diyar kir li Fînlanda û Swêdê civakek ji karakterê demokratîk heye û got,

“Civakên Swêd û Fînlanda li cîhanê weke mînak têne nîşandan. Civaka Swêdê jî civaka Fînlandayê jî vê qebûl nakin.”

Back to top button