Dewleta Tirk heta niha 107 donim genim, 430 donim ceh şewitandiye

Dewleta Tirk a dagirker di her fersendê de bi awayekî eşkere dijminahiya xwe ya li hemberî gelên Sûriyê diyar dike. Dewleta Tirk ji bo gelê herêmê ji aliyê aboriyê ve têk bibe, vê carê jî bi şêwaza şewitandina zeviyan vê yekê pêk tîne. Ji Zirganê heta Til Temir, Eyn Îsa, Kobanê, Minbic û Şehbayê heta niha 107 donim genim, 430 donim ceh hatine şewistandin û 2 sivîlên ku dema xwestin agir vemirinîn hatin kuştin. Li herêmên bakurê Sûrî di nava 17 rojên dawiyê de, bîlançoya şewitandina zeviyên ji aliyê dewleta Tirk ve, em di vê roporê de nas bikin. 

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazê, êrîşê destkeftiyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi destpêkirina demsala çinînê re li hember şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî şerê aborî daye destpêkirin.

Weke ku Talanî, dagirkerî û dizî nebes, vê carê bi şewata zeviyan re êrîşên gelên herêmê dike.

Dewleta dagirker ku bi awayekî bêserûber herêmê topbaran dike her zêde ziyan gihandiye zeviyên,

Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa, Girê Spî, Kobanê, Minbic û Şehba yê.

Artêşa dagirker û çeteyên wî him zeviyan dişewitîne him jî kesên ku dixwazin agir vemirînin yekser dike hedef.

Ji xwe ev kiryar bi bîlançoya mehekê jî rastiya dagirkeriyê nîşan dike.

Di nava 17 rojên dawiyê de, bîlançoya ku derketî wiha ye:

Li navçeya Til Temirê di nav mehekî de zêdeyî 13 hezar donim zeviyên ceh û genim hate şewitandin.

Dewleta dagirker malên gûndên Rîhaniyê, Qasimiyê û Um El-kêf ên Til Temirê jî şewitand.

Li navçeya Zirganê dikeve bakur-rojhilatê Til Temirê jî di encama topbaran û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 12 hezar donim erd şewitî.

Herwiha dewleta dagirker şêniyên ku xwestin agir vemirîne kirin hedef.

Di encamê de sivîlek ji gundê Esediyê hate kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî taybet gundên navbera Eyn Îsa û Girê Spî rojane dişewitine.

Heta niha zeviyên 14 gundên di navbera Eyn Îsa û Girê Spî de hatine şewitandin.

Ev yek ji bûye sedema ku zêdeyî 2 hezar donim zeviyên ceh û genim bişewite.

Artêşa Tirk ji herêma Cerablusê gule li zeviyên rojavayê kantona Kobanê barandin.

Di encamê de zêdetirî 80 donim genim, 430 donim ceh û 35 darên zeytûnê şewitîn.

Li rojavayê çemê Firatê jî heman rêbazên dagikriya dewleta tirk di merteyê de ne.

Li gundewarê Minbicê 12 şewat pêk hatiye.

Di encamê de 154 hektar zeviyên çandinî, 8 hezar darên zeytûnê û 8 mal şiwitî ne.

Dagirkeriya Tirk zeviyên çandiniyê yên gundên Kantona Şehbayê jî da ber agir.

Li wir jî 70 hektar zevî hatin şewitandin.

Her wiha dewleta Tirk gundên Aqibê, Soxanekê, Bêne, Xiribkê û Dircemal yên Şêrewa topbaran kir.

Di encamê de 90 hektar zeviyên genim û 3500 darê zeytûnê şewitîn.

Kesên ku xwestin agir vemirînin bûn hedefa dagirkeriya dewleta tirk û şêniyê binavê Silêman Cemîl Îbrahîm ê 22 salî hate kuştin.

Back to top button