Li Maceristanê hilbiajrtin..Orbon ji bo cara 4. Biser ket

Serokê partiya Fidesz Viktor Orban patiyên ku li dijî wî bloka tifaqa yekgirtî avakirî derbas kir û ji bo cara 4. biser ket. Orban got: Me di heman demê de, serokê Ûkrayna û pereyên împaratoriya Soros jî têk bir.

Yekîtiya Welatiyên Macarîstanê ya neteweperest (Fidesz) û Partiya Gel a Xiristiyanên Demokrat (KDNP) ku hikûmet ava kirin, ji sedî 53 dengên heyî bidest xist.

Aliyan ne tenê hilbijartin qezenckirin di heman demê de, jimara kursiyên xwe yên li parlamentoyê jî gihandin asta 135’an.

Li parlamentoya Maceristanê jimara giştî ya kursiyan 199’in.

Bloka muxalefetê ya hevpar a ji Koalîsyona Demokratîk (DK) ku ji 5 partî û rêxistinan pêk dihat ji sedî 35’ê dengan bidest xist.

Ev yek ji li meclisê tê wateya 57 kursiyan.

Orban li navenda partiya xwe ya li paytext Budepeşte axivî û got: “Ev serkeftin wê neyê jibîrkirin. Dibe ku em heta dawiya jiyana xwe wê bi bîr bînin. Çepên herêmî, çepên navneteweyî, burokratên li Brukselê, pereyên împaratoriya Soros , medyaya navneteweyî û herî dawî Serokê Ûkraynayê.”

Back to top button