Tahran: DYA ji rawestandina danûstaninên peymana nukleerî berpirse

Danûstandinên peymana nukleerî yên Îranê tevî salek derbas bû, hîna bi dawî nebûye. Niha jî danûstandin careke din hatine rawestandin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Xetîbzade got, Ji rawestandina danûstandinan Amerîka berpirsyare.

Salek di ser zindîkirina danûstaninên peymana nukleerî ya Îranê re derbas dibe.

Lê heta niha encama dawî ya peymanê ne hatiye îmzekirin.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, Berdevkê Wezareta Karên Derve Seîd Xetîbzade di civîna çapemeniyê ya heftane ya ku li paytext Tehranê hat lidarxistin de, rojevên heyî nirxand.

Seîd Xetîbzade bal kişand ser wê yekê ku di muzakereyên nukleerî yên li Viyenayê de derfeta lihevkirinê çêbû, lê ji ber helwesta Waşîngtonê nekarîn pêş bikevin û wiha got,

“Amerîka ji rawestandina danûstandinan berpirsyare û çareserî jî li Koşka Spî ye.”

Xetîbzade diyar kir ku divê DYA di muzakereyan de ji bo lihevkirinê biryarên siyasî bigire û ev tişt anî ziman:

“Eger Amerîka bixwaze bigihêje lihevkirinê, divê di zûtirîn dem de biryareke siyasî bide.

Rewşa li Viyanayê ji nêzîkatiya Amerîkayê tê.

Amerîka hewl dide mijarên dîl bigire û di siyaseta xwe ya navxweyî de bikar bîne.

Îranî bi sebir in, lê ne heta hetayî.”

Berdevkê Wezaretê Xetîbzade têkildarî pirsa li ser muzakereyên Îranê yên ji bo asayîkirina têkiliyên bi Erebîstana Siûdî re jî ev agahî da:

“Em amade ne ku muzakere dewam bikin û pirsgirêk bên çareserkirin.

Pêdiviya van hevdîtinan bi rojeveke taybet heye.

Me nêrînên xwe bi awayekî nivîskî ji wan re ragihand û em hêvî dikin ku ew nêrînên xwe ji me re ragihînin.”

Civînên zindîkirina peymana nukeleerî ya Îranê, li paytexta Awistrya Viyana di navbera Rûsya, Çîn, Almenya, Fransa, Brîtanya û Îranê de pêk tê.

Serokê berê yê DYA Donald Trum di Gulana 2018’an de, bi awayekî yekalî ji peymana nukleerî vekişiyabû.

YE bi awayekî neraste rast beşdarî hevdîtinê dibe.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê YE Josep Borrell di 11’ê Adarê de ragihandibû ku ji ber “faktorên derve” pêdivî bi rawestandina danûstaninên li Viyanayê heye.

Tê îdiakirin ku piştî, Rûsya garantî ya di mijara Îranê de, ji DYA girt, danûstanin hatin rawestandin.

Back to top button