Kolan û avahiyên Ûkrayna nîşaneya berhemên şer nîşan dide

Ûkrayna di bin êrişên dijwar yên Rûsya de maye. Hêzên Rûsya ku nekarî li bakurê welat pêşbikevin, hêza xwe vediguhêzin rojhilat û başûrê welat. Ji ber komkujiya li bajarê Buça hêrsek zêde li dijî Moskow heye. Rûsya jî îdia dike ku ev dimen û wêneyên hatine weşandin, hemû provakasyone. Di vê navberê de Serdozgeriya Ûkrayna ragihand ku heta niha 161 zarok hatine kuştin.

Îro tam 40 rojin li welat şereke wêraniyê heye.

Bi şerê heyî re, dimenê komkujiya li nava welat jî êdî derdikevin.

Bajarê Buça 37 kîlometre ji paytext Kîevê dure.

Li naverasta bajar asta wêraniya heyî xuya dike.

Lê ji wêraniyê zêdetir, komkujiya li bajar qada cîhanê rakiriye li ser lingan.

Bi dehan cenazeyên sivîlan li nava bajar tê dîtin.

Li gorî rêveberên ûkrayna bêtirî 300 cenazeyên sivîlan li naverastanin.

Rûsya: Dîmen û wêneyên ji buça provakasyonin

Moskow jî ji pêkanîna komkujiyê tê tewambarkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku ti têkliya wan bi bûyerê re nîne û ji NY xwest li ser mijarê bicive.

Rûsya îdia dike ku wêne û dimenên têne parvekirin provakasyone û 30’ê Adarê tevahî hêzên wan ji bajar derketine.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî jî hatin weşandin li nava cîhanê bertekên zêde bi xwere da avakirin.

Li kolanên bajêr tijî cenazeyên kesên bi cil û bergên sivîl tên dîtin.

Li bajêr gorên komî jî hatin dîtin.

Şaredarê Buçayê Anatoliy Fedoruk ragihand ku di dema êrişa Rûsyayê ya ku ev bêtirî mehekê ye dewam dike de, bêtirî 300 kes li bajar hatine kuştin.

Ûkrayna: Ji ber êrişên Rûsya 161 zarok hatine kuştin

Di daxuyaniya Serdozgerê Ûkraynayê de hat destnîşankirin ku di êrişên artêşa Rûsyayê de, heta niha 161 zarok hatine kuştin û 264 jî birîndar bûne.

Zerdozgeriyê got; 869 saziyên perwerdehiyê zirar dîtine û 83 ji wan bi temamî hatine rûxandin.

Ûkrayna: 18,300 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkrayna jî bîlançoya 40 rojên ji êrişa Rûsya li ser welat eşkere kir.

Li gorî vê; 18 hezar û 300 leşkerên Rûsya hatin kuştin.

147 balafir, 134 helîkopter, 647 tank, 1,844 wesayîtên zirxî di nav de bi sedan çekên giran yên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Her wiha 1,273 wesayit, 7 keştî û keştiyên leza sivik, 76 wesayîtên sotemeniyê û 92 dron jî hatine têbirin.

Rûsya: 14 binesaziyên leşkerên Ûkrayna hatine têkbirin

Wezareta Parastinê ya Rûsya jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şer eşkere kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov îdia kir ku hêzên wan herêmên nû bidest xistine û got:

14 hêmanên binesaziya leşkerên Ûkrayna hatine têkbirin.

Li gorî Rûsya heta niha; 125 balafir, 91 helîkopter, 392 balafirên bêmirov, 226 pergalên mûşekî yên parastina hewayî, 1,936 tank û wesayitên zirxî di nav de bi sedan çekên Ûkrayna hatine bêkêrkirin.

Back to top button