Li navçeya Tetwan a Bedlîsê helîkoptera leşkerî ya artêşa Tirk kete xwarê. Li gorî çavkaniyên Tirkiye, bi kêmanî 9 leşker mirine.
Li herêma Rahova ya Tetwan a Bedlîsê helîkoptereke leşkerî ket xwarê.
Li gorî çavkaniyên Tirkiyeyê, 9 leşker mirine, 4 jî birîndar in. Di nava leşkerên mirî de fermandarên payebilind jî hene.
Cihê ku helîkopter ketiye xwarê gelek tîmên AFAD û tenduristiyê sewqî wê hatine kirin.
Heta niha sedema ketina helîkopterê nehatiye zelalkirin.