UNICEF: 168 milyon zarok saleke naçin dibistanê

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji ber vîrûsa Corona zêdeyî salekê ye 168 milyon zarok ji dibistanan dûrketine.
UNICEF diyar kir ku girtîmayîna dibistanan wê bi xwere encamên xerab bîne.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) rapora xwe ya têkildarî vîrûsa corona û bandora wê ya li ser zarokên xwendevan eşkere kir.

Rêxistinê diyar kir ku ji ber vîrûsê li gelek dibistanan xwendin hate rawestandin û deriyê dibistanê hate girtin.

Ji vê yekê jî zêdeyî 168 milyon zarok bandor bûne.

Li gorî UNICEF’ê di navbera Adara 2020 heta Sibata 2021’an de li 14 welatan dibistan girtî man.

Rêvebera UNICEF Henrietta Fore balkişand li ser xeteriya girtina dibistanan ya ji ber vîrûsê û wiha got:

Her roja ku derbas dibe û xwendevan ji xwendina rû bi rû durdikevin bandoreke sereke dike.

Êdî asta zanistê bipaş dikeve.

Kesên ku derfet di destê wan de neyî jî berdêleke ji her kesî girantir didin.

Fore îşaret bi domandina saleke din ya vê rewşê kir û ev tişt anî ziman:

Em nikarin heqê çûyîna xwendevanan ya bi awayekî sînordar ya di nava sala duyemîn de bidin.

Ji ber vê yekê divê pêşengî ji bo karkirina vekirina dibistanan be.

UNICEF hişyarî da ku di rewşa girtîmayîna dibistanê de vê carê wê bandoreke hilweşîner bixwere çêke.

Ev yek wê encamên di temenê biçûk de zewac yan jî karkirin bi xwere zêde bêne.

Li gorî UNICEF welatên ku herî zêde dibistan lê girtî mayîn ji, Panama, El Salvador, Bangladeş û Bolivya ne.

Ji ber vîrûsê li seranserê cihanê di xwendina 888 milyon zarokî de qutbûn çêbû.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyakirin ku dema zarok li dibistanê vegeriyan wê demek ya fêrbûnê hebe.

Back to top button