Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî diyar kir ku hedefgirtina fermandar û endamên saziyên ewlehiyê û leşkerî yên herêmê, hewldana vejandina DAIŞ’ê ye.
Hemrîn Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk ewlehiya herêmê dike hedef û got:
“Jinên pêşeng çi yên YPJ’ê yan jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn tên hedefgirtin.
Dewleta Tirk bi hedefgirtina jinan hewl dide vîna jina azad bişikîn.
Hedefgirtina fermandaran hedefgirtina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye.”
Hemrîn Elî da zanîn ku Tirkiyê dixwaze bi rêya van êrişan DAIŞ’ê ji nûve zindî bike û berpirsiyartiya êrişan xist stûyê Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya.
Dawiyê Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê tekez kir ku ji bo parastina ewlehiya herêmê ew ê têkoşînê mezin bikin.